Amerîka serbazgeha Geyare bo kontrolkirina Mûsilê amade dike
Wezareta bergirîya Îraqê di beyanameyekê da amaje bi wê yekê da, fermandeyekê ple bilind yê Îraqê û hindek efserên Îraqê digel alîyê Amerîka li dor nûjenkirina frokxaneya Geyare kombûne.
Wezareta bergirîya Îraqê da zanîn di kombûnê da behsa pêdvîyên serekî yên wê serbazgehê hatîye kirin, wek dabînkirina zêrevanên taybet û parastina wê ji îêrşên Daişê.
Li serbazgehê dê cihê dadana frokeyên C130 û meydanek bo meşqa supayê Îraqê û dabînkirina pêdvîyên lojîstîkî bên dirust kirin.
War.tv
