• Sunday, 22 February 2026
logo

Ji Washingtonê peyam Pêşmerge!

Ji Washingtonê peyam Pêşmerge!
Wezîrê Parastina Amerîka Ashton Carter di kevana konfransa hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de ragihand: Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de serkevtinek mezin bi dest xistiye.

Îro çarşemî çaremîn konfransa hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê li Washington a paytextê Amerîkayê dest pê kir.

Di vê konfransê de hemû welatên endamê hevpeymaniya navdewletî amade bûne û dê têde behsa qonaxa dahatî ya şerê li dijî DAIŞê bê kirin.

Wezîrê Parastina Amerîkayê Ashton Carter di kevana konfransa hevpeymaniyê de daxuyaniyek rojnamevanî da û behsa têkoşîna li dijî DAIŞê û şerê girtina Mûsilê kir.

Ashton Carter got: “Hewlên me bo rûbirûbûn û dijatîkirina DAIŞê berdewam in. Amerîka dê berdewam be li ser alîkariya Artêşa Iraqê li dijî DAIŞê.”

Carter herwiha amadeyiya Washingtonê bo pêşkêşkirina rahênan û perwerdeya leşkerî bi hêzên ku li Sûriyê û Iraqê şerê DAIŞê dikin, nîşan da.

Carter wiha axivî: “Em amade ne rahênan û perwerdeya leşkerî bidin wan hêzan ku li Iraqê û Sûriyê li dijî DAIŞê şer dikin.”

Wezîrê Parastina Amerîka amaje bi rola Hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kir û destnîşan kir: “Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de serkevtinên mezin bi dest xistiye.”

Ashton Carter tekezî li ser hevkariya navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê kir û ragihand: “Bo şerê Mûsilê divê Artêşa Iraqê û Pêşmerge bi hev re hevrêz bin.”

Carter derbarê hewlên nû yên welatên endam di hevpeymaniya navdewletî de bo berdewamîdan bi şerê li dijî DAIŞê jî da zanîn: “Fransa gemiya firoke hilgir a Charles de Gaulle bo êrişkirina ser DAIŞê şandiye. Serok Obama jî biryar daye ku 560 serbazên din bo şerê Mûsilê bişîne Iraqê.”

Di vê konfransê de, Kurd û Hêza Pêşmerge wek yekemîn hêza rûbirûbûna DAIŞê nehatiye vexwandin û ew yek jî bûye sedema nerazîbûna tund a Herêma Kurdistanê.

Rudaw
Top