• Sunday, 22 February 2026
logo

Çaremîn deriyê sînorî yê fermî di navbera Başûr û Rojhilat de hat vekirin

Çaremîn deriyê sînorî yê fermî di navbera Başûr û Rojhilat de hat vekirin
Çaremîn deriyê sînorî yê fermî di navbera Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojhilat de hat vekirin.

Duh di merasimekê de deriyê sînorî yê Seyranbendê, ku dikeve navbera bajarê Bane (Rojhilat) û Pêncwên (Başûr), bi fermî hat vekirin.

Di merasima vekirina deriyê Seyranbendê de, parêzgerê Silêmaniyê Aso Ferîdûn û ostandarê (walî) Sine û komek rayedarên Îran û Herêma Kurdistanê beşdar bûn.

Bi vekirina deriyê sînorî yê Seyranbendê re, hejmara deriyên fermî yên di navbera Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojhilat de gihîşt 4an.

Her sê deriyên din jî ev in: Deriyê Bazirgan-Gulbulax, deriyê Razî-Heretêl, deriyê Sêro-Esendere.

Basnews
Top