• Sunday, 22 February 2026
logo

Gelo Kurdistan dê sûdê ji alîkariya Amerîkayê werbigre?

Gelo Kurdistan dê sûdê ji alîkariya Amerîkayê werbigre?
Amerîkayê biryar da ku ji bo herêmên ji DAIŞê hatine standin 2 milyar dolar alîkarî bide Iraqê, lê hêj ne zelal e ku pişka Herêma Kurdistanê jî têde heye an na.



Nûnerê Serokê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk li ser hesabê xwe Twitterê ragihand, welatî wî biryar da ku ji bo herêmên ji DAIŞê hatine standin 2 milyar dolar alîkarî bide Iraqê.

Brett McGurk diyar nekiriye ku herêman li Başûrê Kurdistanê yên ji DAIŞê hatine rizgarkirin, dê sûdê ji wê alîkariye bistene an na.

Duh çaremîn konfransa hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê li Washington a paytextê Amerîkayê dest pê kir.


Di vê konfransê de hemû welatên endamê hevpeymaniya navdewletî amade bûne û têde behsa qonaxa dahatî ya şerê li dijî DAIŞê tê kirin.

Nûnera Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman jî beşdarî konfransê bûye.

Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman ji Rûdawê re wiha got:

“Brett McGurk kêyxweşiya xwe anî ziman çimkî ez weke nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî konferansê bûme. McGurk diyar kir ku heger Kurd û Pêşmerge nebin ew dê di şerî li dijî DAIŞê de sernakevin.”

Rudaw
Top