• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Şengalê êrîşekî DAIŞê ji aliyê Pêşmerge ve hat şikandin

Li Şengalê êrîşekî DAIŞê ji aliyê Pêşmerge ve hat şikandin
Hêzên Pêşmerge li bereya Şengalê êrîşekî çekdarên DAIŞê şikandin û hejmarek çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Berpirsê ragehandina fermandariya Şengalê Xelîl Şivan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 20.07.2016ê çekdarên rêxistina terorîst ên DAIŞê li bereya Şengalê êrîş anîn ser çeperên Pêşmerge yên li herêmê û li hember vê yekê hêzên Pêşmerge yekser bersiv dan û êrîşa wan hate têkbirin.’’

Herwaha navborî aşkera kir, di encama têkbirina êrîşa DAIŞê de zêdetir ji 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hejmarek din jî, ji wan hatne birîndar kirin.

Basnews
Top