• Sunday, 22 February 2026
logo

HDP li dijî rewşa awarte derket: Tişta ku kûdetaçiyan dixwest, pêk hat!

HDP li dijî rewşa awarte derket: Tişta ku kûdetaçiyan dixwest, pêk hat!
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî ragihandina rewşa awarte li Tirkiyê derket û ragihand, ew tişta ku kûdetaçiyan dixwest, pêk hat.

Serokomarê Tikriyê Recep Tayyip Erdogan duh ragihand, ji bona nehîştina metirsiyên kûdetaya 15ê Tîmehê, dê 3 mehan li Tirkiyê rewşa awarte were ragihandin.

Li hember vê yekê, berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen daxuyaniyek da û ragihand, eger kûdetaya 15ê Tîrmehê bi ser ketiba dê li Tirkiyê rewşa awarte hatiba ragihandin, ji ber wê jî biryara ku niha hatiye dayîn heman ew tişta bû ku kûdetaçiyan dixwest.

Ayhan Bîlgen amaje bi aloziyên Kurdistana Bakûr û rewşa awarte ya ku li bajar û deverên kurdan hatiye ragihandin, kir û got, jixwe li herêmeke Tirkiyê rewşa awarte heye vêca bila hikûmet pesnê xwe nede û behsa rakirina rewşa awarte neke. Niha jî di bin navê qanûnê de radigihînin.

Berdevkê HDPê li ser vê gotina Erdogan ku gotibû “me ji bona parastina demokrasiyê rweşa awarte ragihand” jî got, li ti derê dinyayê ji bona parastina demokrasî û azadiyê rewşa awarte nayê ragihandin ji ber wê jî gotinên wisa bê wate ne.

Ayhan Bîlgen her wiha anî ziman, operasyonên dewletê dê tenê li dijî rêxistina Fethullah Gulen sînodar nemînin û got, dê di bin navê qanûnê de li dijî hemû hêz û partiyên opozîsyonê dest bi operasyon û serkutkariyê bikin.

Bîlgen da zanîn ku dema pêşniyarqanûna rewşa awarte gihîşt parlamentoyê, ew deng nadinê û got, lê em dizanin AKP û MHD dê deng bidin wê pêşniyarqnûnê û pesend bikin. Helbet beriya ku pêşniyarqanûn derbasî parlamentoyê bibe dê di rojnameya fermî de were belavkirin û were bicîhanîn, bi vî rengî dê parlamentoyê jî bê kêr bihêlin.

Li Tirkiyê, fermanên kirîtîk ên mîna rewşa awarte divê ji aliyê parlamentoyê ve werin pesendkirin paşê ji aliyê serokomar ve werin îmzekirin.

Basnews
Top