• Sunday, 22 February 2026
logo

Erdogan 3 meh rewşa awarta li Tirkiyê ragihand

Erdogan 3 meh rewşa awarta li Tirkiyê ragihand
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di konfiranseke rojnamevanî de, li Tirkiyê 3 meh wek rewşa awarta ragihand û amaje bi wê yekê kir ku, Tirkiye di hestiyartirîn qonaxa dîrokî re derbas dibe.

Herwiha Erdogan ragihand, bi şikestina kudetaya leşkerî, destaneke dîrokî tomar kiriye û tevahiya pêkhateyên Tirkiyê li dijî hewla kudetaya leşkerî rawestiyane.

Şeva 15 Tîrmehê, çend efserên pilebilind yên artêşa Tirkiyê hewldan ku kudetaya leşkerî li dijî hikûmeta Tirkiyê bikin, lê di heman şevê de jî ew kudeta şikest û hikûmetê desthilat girte destê xwe û hejmareke mezin ji serkirdeyatiya artêşê yên ku destê wan di kudetayê de hebûn, girtin.

Ev ragihandina 3 mehan ji rewşa awarte, piştî wê yekê hat, îşev li Enqerê, bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û beşdarbûna Serokwezîr Binalî Yildirim, Wezîrê Derve, Wezîrê Navxwe û Serokê MITê civîna Desteya Ewlekariya Netewî birêve çûbû. Piştre jî civîna Encûmena Wezîrên Tirkiyê birêve çûbû.

K24
Top