• Sunday, 22 February 2026
logo

Ji ber germê bêhnvedana fermî hate ragihandin

Ji ber germê bêhnvedana fermî hate ragihandin
Civata Wezîran a Kurdistanê ragihand ku ji ber bilindbûna astê germayê, roja Pênşemê li hemû dezgehên hikûmî bêhnvedana fermî ye.

Ji ber bilindbûna asta germê, Rêveberiya Herêma Germiyanê û Parêzgariya Hewlêrê, bêhnvedana fermi ragihandibûn.

Li gor pêşbîniyên Navenda Keşnasî û Erhejzanîna Kurdistanê, di du rojên pêş de dê pileya germê derkeve ser 50 pileyan.

Civata Wezîran a Kurdistanê jî ragihand ku ji ber bilindbûna astê germayê, li tevahî bajarên Kurdistanê roja Pênşemê (21-07-2017) li hemû dezgehên hikûmî bêhnvedana fermî ye.
Top