PDKI daxuyaniyên Mihsin Rezayî red dike
Sekreterê Encûmena Diyarêkirina Berjewendiyên Îranê Mihsin Rezayî di çarçoveya hevdîtinekê di kenala fermî ya Îranê de ragihand ku, heger Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî rêgiryê li pêş destêwerdana Siûdiyê neke, dê êrîşî Herêma Kurdistanê bikin.
Rezayî got jî, kunsilxaneya Siûdiyê ya li Hewlêrê bingeheke perwerdekirina leşkerî ye, herwiha Siûdiyê du navend jî li ser sînorê Îranê vekirine.
PDKI di daxuyaniya xwe de ew hemû tuhmetên Îranê û daxuyaniyên Mihsin Rezayî bi tundî red kirin û ragihand, berferehkirina xebatê li Rojhilatê Kurdistanê ji ber daxwaza PDKI û daxwaza xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye.
ji aliyê xwe ve, pêr Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê, daxuyaniya Mihsin rezayî red kir û bi daxuyaniyekê bersiva gotinên Rezayî da û gotinên Rezayî bi “bêbingeh” binav kir.
K24
