Çekdarên grubekî tirkmenên Sûriyê serê zarokekî dibrin
Wek di girteya video yî de jî diyare, ji ber dîmenên dervey mirovî û exlaqiye me belav nake. Çekdarekî ser bi gruba Nuredîn Zengî ya Tirkmenî, ku grubekî çekdarên opozîsyonê ye, li ser wesayîtekî pîkap serê zarokekî dibrin.
Li gor gotinên wan çekdarên tund, zarok ku temenê wî ji 10 sal kêmtir diyare, ji aliyê milîsên Filistînî yên alîgirên rejîma Sûriyê ve hatiye bikaranîn, ku êrîş bike ser opozîsyona li bereya hinderat a bakûrê Helebê. Lê mirov lê dinêre ew zaroke hêza rakirin û bikaranîna dermançeyekê jî tuneye.
Li gor zanyariyên di çapemeniyê de belav bûne, gruba Nuredîn Zengî ji aliyê Tirkiyê ve piştîwanî lê tê kirin û kurdên Kurdistana rojava jî li ser wê yekê belge nîşandidin, ku di girteyekî videoyî de çend çekdarên wê grubê al a Tirkiyê bilind dikin û li ser mûşekên wan nivîsiye; tolhildan ji PKKê û bi wî awayî mûşekên xwe davêjin taxên kurdan ên şêx Meqsûd a Helebê.
Grubên opozîsyona Sûriyê û rejîma Sûriyê, di şer de li hember xelkê sivîl awayên herî xirap tundiyê bikartînin û ji aliyê rêxistinên mafê mirov ve têne şermizar kirin.
Basnews
