• Sunday, 22 February 2026
logo

Ji Kanadayê bo Iraqê 358 milyon dolar

Ji Kanadayê bo Iraqê 358 milyon dolar
Kanadayê biryar da ku dê di heyama 3 salan de 358 milyon dolar alîkarî bide Iraqê.



Wezirê Derve yê Kanadayê Stephane Dion îro li Washingtonê beriya “konferansa alîkariya Iraqê” ragihand, civaka navneteweyî dê ji bo gelê Iraqê û taybetî bo jin û ciwanan alîkariya xwqe bidomîne.

Hikûmeta Kanadayê bo alîkariya Iraqê 158 milyon dolar amade kiribû, hat gotin dê 200 milyon dolar din jî bide Iraqê.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau meha Sibatê gotibû 1.6 milyar dolar bo alîkariya Iraqê hatiye terxankirin û ev paket jî beşek jî wê bû.

Rudaw
Top