Endamekî Komela Îslamî bi tohmeta endamtiya DAIŞê hat girtin
Li gorî agahiyên BasNewsê, roja 17ê vê mehê, nobedarê baregeha Komela Îslamî li nahiya Rizgarî ya Germiyanê bi tohmeta ku têkiliya wî bi DAIŞê re heye, ji aliyê hêza Dijeterorê ya YNKê ve hatiye girtin.
Hat zanîn ku navê wî endamê Komela Îslamî, Ş.M. R. ye û xelkê nahiya Rizgarî ya Germiyanê ye, piştî ku hatiye girtin derbasî bajarê Silêmaniyê hatiye kirin.
Parlamenterê Komela Îslamî û şêwirmendê serokê Komelê, Soran Omer li ser vê bûyerê ji BasNewsê re got, haya min ji vê yekê tine. Eger tiştekî wisa hebe jî Komela Îslamî dê daxuyaniyekê bide.
Beriya niha jî çend endam û kadroyên Komela Îslamî bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatibûn girtin.
Basnews
