• Sunday, 22 February 2026
logo

Barzanî: Niyeta Malîkî ya xêrê baya dihate Hewlêrê jî

Barzanî: Niyeta Malîkî ya xêrê baya dihate Hewlêrê jî
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê serdana Serokê Partiya Dewa ya Iraqê Nûrî Malîkî ya ji bo Silêmaniyê got: “Em niyeta Malîkî nizanin. Lê heger niyetek bi xêrê baya dê bihata Hewlêrê jî.”

Nêçîrvan Barzanî ku di heman demî de Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye jî, di dema beşdarbûna rêwresma rêzgirtina xwendekarên yekem ê ezmûnên dibistanan ên Herêma Kurdistanê de bersiv da pirsên rojnamevanan.

Barzanî derbarê serdana Malîkî ya ji bo Silêmaniyê diyar kir ku serdan li ser vexwendina Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) pêk hatiye.

Serokwezîr Barzanî daxuyand ku heger Nûrî Malîkî serdana Hewlêrê jî bike ew ê jî pêşwazî lê bikin.

Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Partiya Dewa Nûrî Malîkî duh serdanekê de gehiştibû Silêmaniyê û li gel berpirsên YNK û Tevgera Goran rûniştibû.

Biryarbû ku Malîkî here Helepçeyê jî lê ev serdan di kêliya dawî de hatibû betalkirin.

Rudaw
Top