• Sunday, 22 February 2026
logo

Malikî dixwaze bi alîkariya Gorran û YNKê dîsa bibe serokwezîrê Iraqê

Malikî dixwaze bi alîkariya Gorran û YNKê dîsa bibe serokwezîrê Iraqê
Tê gotin ku serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî dixwaze bi alîkariya YNK û Gorranê, kursiya serokwezîriyê ji Heyder Ebadî bistîne, li hember vê yekê soza wê daye YNK û Gorranê ku Silêmaniyê bike herêmek xweser! Rayedarekî YNKê jî dibêje, serdana Malikî bo Silêmaniyê “li dijî referandom û serxwebûna Kurdistanê” bû.

Serokwezîrê berê yê Iraqê û serokê partiya Deiwe ya Iraqê, Nûrî Malikî duh gihîşt bajarê Silêmaniyê û ji aliyê rayedarên YNKê ve hat pêşwazîkirin.

Derheqê armanca serdana Malikî bo Silêmaniyê de, çavkaniyekî agahdar ji heftenameya Basê re got, Malikî, ku gelê Kurdistanê wî bi qutkirina mûçe û bûdceya Kurdistanê tohmetbar dikin, ji bo wê yekê hatiye Silêmaniyê da ku YNK û Gorranê bikşîne aliyê partiya Deiwe.

Wî jêderî da zanîn ku Malikî dixwaze Gorran û YNK alîkariya wî bikin cardin bibe serokwezîrê Iraqê, ewê jî li hember wê alîkariya YNK û Gorranê, alîkariya bike da ku Silêmanî bibe herêmek xweser.

Li gorî wî jêderê Basê, Malikî duh li Silêmaniyê piştgiriya xwe bo rêkeftina Gorran û YNKê nîşan da û ji wan xwest, Komela Îslamî ya Kurdistanê jî tevlî xwe bikin.

Wî çavkaniyê haydar, her wiha got ku Amerîka û Îran niha li ser wê gotûbêj dikin ku kesekî din daynin dewsa Heyder Ebadî. Helbet heta niha nayê zanîn ka Amerîka û Îran razî ne Malikî dîsa bibe serokwezîrê Iraqê yan na.

Wî jêderî, ku kesekî nêzîkî Malikî ye jî, anî ziman ku Malikî piştî teqîna taxa Kerrade ya Bexdayê bi eşkere anîbû ziman ku dixwaze cardin bibe serokwezîrê Iraqê û got, hinek rayedarên Îranê mîna fermandeyê hêza Quds a pasdaran Qasim Sulêmanî dixwazin Malikî dîsa bibe serokwezîrê Iraqê.

Lê endamê rêveberiya YNKê, Mistefa Çavreş li ser serdana Malikî bo Silêmaniyê ji Basê re diyar kir ku ew bi vê yekê kêfxweş nîne ji ber ku Malikî li dijî berjewendiyên kurdan e. Jixwe çend roj berê gotibû “ez li dijî referandom û serxwebûna Kurdistana Iraqê me”.

Mistefa Çavreş her wiha got, ewê ku bi vî rengî hizir bike wê çaxê hatina wî bo Kurdistanê bê xêr e tenê dibe sebeba kûrbûna alozî û nakokiyên navbera kurdan.

Endamê Encumena Parêzgeha Silêmaniyê, Dana Ceza jî li ser serdana Malikî bo Silêmaniyê ji Basê re got, xelkê Silêmaniyê li hember hatina Malikî bo bajarê xwe, nîgeran in ji ber ku Malikî mûçe û bûdceya gelê Kurdistanê qut kiriye. Malikî ji kurdan aciz e û dijîtiya Herêma Kurdistanê dike.

Dana Ceza, ku endamê PDKê ye, her wiha got, xelkê Silêmaniyê ti carî razî nabin Silêmanî ji Herêma Kurdistanê cihê bibe û du-îdaretî çêbibe.

Basnews
Top