Amerika û Awropa: pêwîste Tirkîyê rêzê li maf û azadîyan bigre
Fêdrîka Mogrînî, berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Awropa û Con Kêrî, wezîrê derve yê Amerîka di kongreyekê rojnamevanî da ragîhand: pêdvîye Tirkîyê rêzê li maf û azadîyên welatîyan bigre û xwe ji yasayên mafên mirovî la nede, kodetayê jî wek behane bikar neîne bo binpêkirina mafên mirovî.
Kêrî û Mogrînî amaje kirîye: pêdvîye pêgîrîyeka temam bi destur û yasayên Tirkîyê û berqerar kirina serwerîya yasayê bê kirin, endam bûna wê di hevpeymanîya Natoyî jî da, neçar dike rêzê li demokrasîyê û yasayê bigre.
Ev di demekî daye ku îro herdu alîyan li Birukselê kombûnek li dor rewşa navxwe ya Tirkîyê kiribû û encamên wê kombûnê li hember rojnamevanan ragîhandibûn.
War.tv
