'Armanc destwerdana li Kurdistanê ye'
Di demekê de ku nakokiyên Hewlêr-Bexdayê kûrtir dibin, duh Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malikî ku bûdceya Kurdistanê bi biryara wî hatiye birrîn, serdana Silêmaniyê kir û ji aliyê rayedarên parêzgeha Silêmaniyê û berpirsên Yekîtiya Niştîmaniya Kudistanê (YNK) ve bi germî hat pêşwazîkirin.
Lê belê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi guman ve berê xwe dide vê serdanê û pêşwazî li serdana Malikî bo Kurdistanê û bajarê Silêmaniyê bi taybetî nake.
Parlamenterê Fraksyona PDK li Parlamentoya Iraqê, Rênas Cano ji Rûdawê re ragihand: “Armanc ji serdana Nûrî Malikî bo bajarê silêmaniyê destwerdan di nav karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û parçekirin û cudakirina nav mala Kurd e û jibilî wê yekê tiştek nîne.”
Rênas Cano got: “Malikî qût û debar, mûçe û bûdceya Herêma Kurdistanê birriye û pêwîst e rûniştvanên bajarê Silêmaniyê li dijî hatina wî xwepêşandanê bikin.”
Cano herwiha pirsyara wê yekê kir, ku gelo eger Malikî di xema tendirustiya Celal Talebanî de baya, ew wan 2 salan li kuderê bû, çima serdana Talebanî nedikir? Êdî eger tenê mebesta wî ev e ku serdana Talebanî bike, çima bi Serokê Giştî yê Gorranê Newşîran Mistefa re dicive.
Îro piştî nîvro saet 15:00 li gorî dema Hewlêrê, Nûrî Malkî gihîşt firokexaneya bajarê Silêmaniyê û ji aliyê Parêzgarê Silêmaniyê Aso Fereydûn û Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar û hejmarek berpirsên din ve hat pêşwazîkirin.
Rudaw
