Barzanî û Behadîn civiyan
Îro duşemî Selahedîn Behadîn serdana Mesûd Barzanî kir û her du aliyan derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.
Çavkaniyekî agahdar ji Rûdawê re ragihand, civîn du alî bûye û bo gotûbêjkirina rewşa siyasî, asayîkirina rewşa Herêma Kurdistanê û ji hev nêzîkkirina aliyan û bi taybet PDK û Gorranê bûye.
Piştî cejna Remezan a îsal, Selahedîn Behadîn li Silêmaniyê serdana her yek ji Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa, Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih û Endama Polîtboruya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed kiribû.
Behadîn herwiha pêştir li gel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bi cuda hevdîtin pêk anîbû.
Di çarçoveya hewlên xwe yên bo nêzîkkirina aliyên siyasî yên Kurdistanê de, roja 16ê Tîrmeha îsal jî Selahedîn Behadîn û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Hisên li Hewlêrê civiyabûn.
Fuad Hisên herwiha li Hewlêrê bi Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr re jî civîn pêk aniye.
Biryar e, piştî wan civînan, Fuad Hisên serdana Silêmaniyê jî bike û li gel Newşîrwan Mistefa û berpirsên pilebilind ên YNKê bicive.
Endamê Encumena Cîbicîkirinê ya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Xazî Seîd di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Heta qederekê hemû alî, PDK û Gorran jî, nermiyê li xwe nîşan didin.”
Xazî Seîd dibêje, çarseriya arîşeyan dê bi 3 qonaxan be û ev qonax jî wiha ne:
“Qonaxa yekem, qonaxa vegerandina baweriyê ye. Qonaxa duyem destpêkirina civînan e û qonaxa sêyem jî biryardan bo çareserkirina wê rewşê ye.
Rudaw
