Bo Kurdên Sûriyê daxwaza federalîzmê nehat pejirandin
Demeke dirêj e ji bo rêvebirina Rojavayê Kurdistanê û bo safîkirina kêşeyên li Sûriyê nîqaş tên kirin. Ji bo guftûgokirina vê mijarê, li Stenbolê bi beşdariya partiyên wek ENKS, çend partiyên opozîsyonê û pisporên yasayî, panelekê hat kirin.
Di panelê de beşdaran zêdetir li ser rêvebirina federalîzmê ya bo herêma Kurdan nîqaş kirin. Pisporê yasaya destûrê Dr. Mihemed Hesen rêvebirina federalîzmê bo giştiyê Sûriyê maqûltir dibîne.
Derbarê vê yekê Pisporê Yasaya Destûrê Dr. Mihemed Hesen wiha got:ji bo Kurdên Sûriyê û bo giştiyê Sûriyê, rêvebirina federalîzmê baştirîn çareseriyê ye. Çimkî, Sûriye wek berê nîn e û weke berê jî dê nebe. Hûn çawa bikin jî venegare berê. Îro öilet ji hev dûr ketin. Li ser her deverekî hêzekî din heye û cihê xwe girtine. Nema bi hêsanî nayê guhertin.
Ji sedî 90'ê beşdaran ji bo nav lê kirina welatê Sûriyê, li ser "komara Sûriyê" li hev kirin. Weke din zimanê kurdî li herêma Kurdan wek zimanekî fermî hat pejirandin. Pisporê qanunî Dr. Hisam Abdilmewla amaje kir ku li herêmên ku federalîzm were avakirin divê hemû netew tê de bi mafên xwe hebin.
Ji aliyê xwe ve Pisporê Qanunî Dr. Hisam Abdilmewla wiha axifî:Bêyî mafê Kurd pêşeroja Sûriyê ronî nabe. Em bawer in mafê Kurd li Sûriyê were dayîn û ligel Kurdan em wekhev bijîn. Em tu carî jî qebûl nakin, ew kesên di bin maseyan de dixwazin dûrketinekê yan jî
cudabûnekêdi navbeyna me û Kurdan de bikin.
Ji bo Kurdan ji bilî daxwaza federalîzmê ji bo mafên ziman, çand û wekî yên din beşdaran li ser kaxizê li hev kirin. Lê aliyên Kurd zêdetir girîngiyê didan pêkanîna federalîzmê.
K24
