• Sunday, 22 February 2026
logo

PKK zorê li YNK û Gorranê dike bi PDKê re rûnenên!

PKK zorê li YNK û Gorranê dike bi PDKê re rûnenên!
Derket holê ku PKK zorê li YNK û Gorranê dike da ku bi PDKê re li hev nekin û di medyaya xwe de jî êrişî wan rayedarên Gorran û YNKê yên li hember PDKê nerm in, dike.


Li gorî agahiyên ku ji jêderekî haydar ketine destê BasNewsê, PKK zorê li YNK û Gorranê dike û ji wan dixwaze bi PDKê re rûnenên û pê re li hev nekin.

Her wiha ev çend roj in PKKê di medyaya xwe de dest bi êrişeke berfireh li dijî berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar û rayedarên ku li hember PDKê nermiyê nîşan didin, kiriye.


Li ser vê helwesta PKKê, siyasetmedarê kurd Dr. Mehmûd Osman ji BasNewsê re got, peywendiyên PKKê bi YNK û Gorranê re pir baş e lê peywendiyan wan partiyan ne bi Tirkiyê re baş e ne jî bi PDKê re.


Dr. Mehmûd Osman her wiha got, wisa xuya dike PKK hez dike nakokiyên navbera PDK û Gorran-YNKê de neyê çareserkirin ji bo ku PDK lawaz bibe.

Hinek çavdêrên siyasî jî dibêjin, PKK û Gorran û YNKê xwe dane aliyê Îranê û li dijî PDKê ketine yek çeperê.

Basnews
Top