• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel şandekî Partiya Şu'î ya Kurdistanê civiya

Serok Barzanî li gel şandekî Partiya Şu'î ya Kurdistanê civiya
Roja yekşem 17.07.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Partiya Şu'î(Komunistên) Kurdistanê kir ku ji Dr. Kawa Mehmud Cîgirê Sekreter û Ebu Karwan Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Şu'î ya Kurdistanê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de qonaxên dîroka dewleta Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û di derbarê paşaroja Herêma Kurdistanê û peywendiyên li gel Bexda û her wiha referandum û piyadekirina mafê diyarkirina çarenûsa gelê Kurdistanê kirin.

Li beşekî dinê civînê de ronahî xistin li ser proseya siyasî ya navxweya Herêma Kurdistanê û di derbarê sedemên serhildana qeyrana siyasî û çareserkirina kêşeyan de danustandina bîr û ramanan kirin.
Top