Li Osmaniye, Hatay û Meletiyê êrişî HDPê kirin
Çavkaniyeke xwecihî ji Rûdawê re da zanîn ku kesên dixwastin berteka xwe ji bo darbeya leşkerî nîşan bidin daketin kolanan piştre li sê bajaran êrîşî navendên HDPê kirin.
Wê çavkaniyê wiha got: “Xelkê derketina kolanan li Hatay, Meletî û Osmaniyê êrişî avahiyên HDPê kirin û xesarek madî heye.”
Piştî ku hewldana darbeya leşkerî ya li Tirkiyê ku di encamê 104 jê kdbekar bi giştî 265 kesan jiyana xwe jidest dan, îro Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim di daxuyaniyên xwe de bang li xelkê kirin ku kolanan vala bernedin.
Rudaw
