Nêçîrvan Barzanî: Em kêfxweş in bi serketina îradeya Gelê Tirkiyê
Tekista peyama Serokwezîr:
Em kêfxweş in bi serketina îradeya gelê Tirkiyê bi ser hewla girupeka serbazî dijî rewatî û îradeya gel. Em di wê bawerê de ne ku şikista vê hewlê dibe sedema bihêztirbûna deshilat û hikûmet û îradeya gelê Tirkiyê û her wiha pêşiya darbeyên serbazî li Tirkiyê digire.
Bi vê hilkeftê , pîrozbahiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîr Binali Yildirim, hemû part û gelê Tirkiyê dikîn ku bi hev re hewla kodetayê şikandin.
Yekdengiya aliyan û kesatiyên Tirkiyê karî rewatiya desthilat, û Tirkiyê û deverê ji aloziyeka mezin biparêze.
Gelê Tirkiyê bi xwîn û egîdî, rewatî li Tirkiyê parast. Em di wê bawerê de ne ku ev mînakeke nû û mezin e di nava şiyariya gelê Tirkiyê de. Herwiha şiyarî ya gelan, devera me berev aramî, diyalog, nehêştina terorê û aloziyan dibe.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
16- 7 - 2016
