Wezîrê Dadê: 6 hezar kes hatine desteserkirin
Wezîrê Dadî yê Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand “xwedîlêderketina li Fetullah Gulen” rewşa Amerîkayê lawaz dike.
Bozdag wiha domand: “Dê zerarê bide rêzdariya Amerîkayê. Ez ji vê saetê û şûn ve îhtimalê nadim ku Amerîka yekî wisa bihewîne ku li hemberî Tirkiyê çalakiyek bi vî awayî li dar xistiye."
Derbarê kesên ku ji ber hewldana darbeya leşkerî de jî Bozdag wiha got:
“Niha paqijî didome. Nêzîkî 6 hezar kes hatine desteserkirin. Dê ji 6 hezaran derbas bibe. Derbarê wan de pêvajoya dadê dê bidome.”
Piştî ku 15ê Tîrmihê hewldana derbaya leşkerî li Tirkiyê têk çû, li gelek bajaran di çarçoveya lêpirsîna derbaya leşkerî de lêpirsîn hate destpêkirin û fermandar, dozger, dadwer, polîs, leşker têne desteserkirin.
Rudaw
