Supayê Tirkîyê: Hêzên serbazî yên me ji Îraqê nehatine vekêşan
Jêderekê serbazî yê Tirkî bo medyayan ragîhand, hindek alîyan weku piştevanî bo kodetaya leşkerî ya sernegirtî li Tirkîyê rûdaye, behsa vekêşana serbazên Tirkîyê ji Îraqê kirîye, lê ew yek ji rastîyê dûre.
Jêderan got jî: bi tenê yek serbazê Trikîyê jî ji deverên derdorên Mûsilê nahatine vekêşan û dê di erkê xweda bimînin, ya pêdvî jî be bo alîkarîkirina xelkê deverê û hikûmeta Îraqê dê encam bidin.
Ajmaje jî da, niha hezar û dused serbazên Tirkîyê li bingehê serbazî yê Zîlkan li nêzîkî nawçedarîya Başîkê hene.
War.tv
