• Sunday, 22 February 2026
logo

Iraq: Kûdeta, meseleyek navxweyî ya Tirkiyê ye!

Iraq: Kûdeta, meseleyek navxweyî ya Tirkiyê ye!
Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceiferî ragihand, alozî û hewlên kûdetaya serbazî li Tirkiyê, “meseleyeke navxweyî” ya wî welatî ye.

Iraqê helwesta xwe li hember kûdetaya serbazî li Tirkiyê eşkere kir. Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceiferî ew bûyer wek “meseleyek navxweyî” nirxand û got, em bûyerên li Tirkiyê bi hûrî dişopînin.

Ceiferî bang li artêş û hikûmeta Tirkiyê kir, pîvanên demokratîk binpê nekin û xwîna mirovan nerijînin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî bang li encumena asayişa niştimanî ya Iraqê kir, bi awayekî awarte li ser bûyerên Tirkiyê bicive.

Basnews
Top