• Sunday, 22 February 2026
logo

Erdogan li Stenbolê axivî: Hewl dan min bikujin

Erdogan li Stenbolê axivî: Hewl dan min bikujin
Firokeya Serokomarê Tirkiyê gihîşt Firokexaneya Ataturk a Stenbolê.

Ajansa Nûçeya a Dogan (DHA) ragihand, firokeya Serokomar Recep Tayyip Erdogan gihîşt Firokexnaneya Ataturk a Stenbolê.

Pêştir hatibû ragihandin, ku leşkeran rê nedan firokeya Erdogan li Firokexaneya Esenboga ya Enqere ya paytexta Tirkiyê.

Erdogan piştî ku ji firokeyê hat xwarê, di nav girseya gel û tedbîrên tund ên ewlehiyê de konfransek rojnamevanî li dar xist.

Erdogan ragihand, dema ku ew ji Marmaris a girêdayî Antalya bû , firokeyên cengî çend caran çend cihên nêzîkî wan bombebaran kirin.

Erdogan da xuyakirin, ku hewla kuştina wî hatiye dan û leşkerên darbeçî gelek hewl dan ku cihê wî bibînin, lê serkevtî nebûn.

Serokomarê Tikriyê herwiha bi awayekê rasterast Fethullah Gulen bi encamdana darbeya leşkerî tohmetbar kir.

Recep Tayyip Erdogan tekez kir, ku darbe bi ser nakeve û ew dê kesên ku hewla encamdana wê darbeyê dane, bi tundtirîn şêwe ceza bikin.

Erdogan da zanîn, tankên artêşê bo parastina welatiyên Tirkiyê ne, nek bo dijatîkirina wan.

Derbarê hejmara kuştî û birîndaran de jî, Erdogan ragihand, ku wî hêj ti zanyarî li ser kuştî û birîndaran nîne, lê tekez kir, ku ew ji wan kesan nabihorin ku xwîna welatiyên rijandin.

Rudaw
Top