Naveroka civîna Serok Barzanî û Şanda Emrîka
Li vê civînê de Serok Barzanî bi navê gelê Kurdistanê spasî Serok û gel û Hikûmeta Amerîka kir ku li rûxandina dîktatoriyet û her wiha li şerê terorîstan da piştevanê gelê Kurdistanê bûne û spasî palpiştî ya serbazî û darayî ya Amerîkayê kir ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku bandora xwe li mîsogerkirina serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de hebûye.
Serok Barzanî, asta hemahengiya di navbera artêşa Amerîka û Pêşmergeyan bi mînak wesif kir ku bi cûreyek bi dirêjahiya şerê dijî terorîstan hîç cîheke medenî nekirine armanc ku eve jî asta hemahengî û baweriya di navbera hevpeymanan û Pêşmerge de derdixe.
Li beranber da Sekretera Wezîrê Berevaniya Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka pesnê hêzên Pêşmerge kir û ragihand ku Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka bi çavekî rêz ve temaşa Pêşmerge dike û wekî hêzekî şerker yê bi bandor dinasê ku roleke zêdeyê girîng dîtiye. Her ji bo wê yekê ew peymana hevdû têgihiştina li gel Wezareta Pêşmerge îmza dikin balkişandineke rûnê wê girîngîpêdanê ye ji aliyê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka ye û hêmaya hevbeşiyekî berdewamî ya Amerîka û hêzên Pêşmerge û dostayetiyekî bi hêze.
Her li vê hevdîtinê de di derbarê çawayiya hemahengî ya di navbera hêzên Hevpeymanan û hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî li şerê Da'îş û operasyona azadkirina Musil û qonaxa piştî azadkirina Musilê xistin ber behs û guftûgoyan û her dû alî li ser ewe hevrabûn ku pêwîste hemahengî hebê û gelek bi hurî çareserî ji bo kêşe û giriftên siyasî û civakî yên qonaxa piştî Da'îş peyda bike. Eve jî bi navê rê girtina li dûbarebûna karesatan û ji bo dilniyayî ya pêkhatên olî û neteweyiyên parêzgeha Nînowa ye.
Li beşekî dinê civînê de hemahengî ya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên hevpeymanan û artêşa Iraqê de bilind hate nirxandin û peymaneke hevdû têgihiştinê di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka bi hengavekî girîngê hevkarî û hemahengî ya di navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê de dane zanîn.
Paşê li rêwresmek da, bi serpereştî û amadebûna Serok Barzanî, peymaneke hevdû têgihiştin û hevkarî ya di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka, ji aliyê Kerîm Şingalî Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet û li Elissa Slotkin Cîgirê Wezîrê Berevaniya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka hate îmza kirin.
Li gor vê peymanê, Wezareta Berevaniya Amerîka hevkariya darayî pêşkêşî Pêşmerge dike û operasyona azadkirina Musil bi hemahengiya li navbera Pêşmerge û artêşa Iraq û hêzên hevpeymanan birêve diçê û ew hemahengî û hevkarî ji bo qonaxa piştî Da'îş li Nînowa berdewam dibê.
Cihê amajepêkirine hejmarek ji berpirsên siyasî û serbaziyên bilindên Herêma Kurdistanê amadeyê vê hevdîtinê bûn.
