• Sunday, 22 February 2026
logo

Parlamenterê Şîe: Bila Kurdan ji Iraqê dûr bixin

Parlamenterê Şîe: Bila Kurdan ji Iraqê dûr bixin
Parlamenterê Hevpeymaniya Şîe ya Parlamentoya Iraqê Îskender Wetût îddîa kir ku Kurd çavkaniya pirsgirêkên Iraqê ne û divê bên dûrxistin.


Îskender Wetût di civînekî rojnamevanî de daxwaza dûrxistina Kurdan ji Iraqê kir. Wetût îddîa kir ku çavkaniya pirsgirêkên Iraqê Kurd in.

Parlamenterê Hevpeymaniya Şîe got:

“Kurd neteweperest in û berjewendiyên xwe xistine pêşiya berjewendiyên giştî yên Iraqê. Lewma pêwîste ji Iraqê bên dûrxistin.”

Li hember van daxuyaniyan Parlamenterê YNKê yê Parlamentoya Iraqê Bextiyar Şawês jî ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku daxuyaniyên Wetût nêrînên wî yên şexsî ne û ew bi çavê xwe li mijaran dinere.

Şawês bi gotinên tund rexne li Wetût girt û got:

“Yekem car Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê sekinîn û difna terorîstan şkînandin. Heger ew nebana, niha grupên li Bexdayê desthiladar in, parlamentoya xwe dibirin Îran û Ûrdûnê, ji wir daxuyaniyên wiha didan.”

Şawês destnîşan kir ku weke nûnerên Kurdan li Bexdayê ji bo parastin û bidestxistina mafên gelê xwe çi ji destê wan bê dê bikin û wiha berdewam kir:

“Xeyala wan ew e ku em şer ji bo mafên xwe jî nekin. Heta Bexda perçe bibe emê li wir bimînin û parastina mafên xwe bikin. Lê heger ji bo cûdabûnê hûn gelek bi lez in, fermo em cûda bibin.”

Rudaw
Top