Hevkarê Bin Ladin li Kurdistanê di zîndanê de fermana teqînê da
Îro Serokê Komîteya Nirxandin û Bersivdana Raportên Navdewletî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî di daxuyaniyeke nivîskî de bersiva raporteke Rêxistina Lêborîna Navdewletî ya derbarê dosyaya Welîs Yûnis, yek ji serkirdeyên pilebilindên rêxistina Ensar Elî-Îslamê da.
Di daxuyaniyê de ku nusxeyekê wê ji Rûdawê re hatiye şandin, tê gotin: “Welîd Yûnis yek ji damezrênerên sereke yên Rêxistina Ensar El-Îslamê ye û heyamekê li Afxansitanê bûye û li wir Serokê rêxistina terorîstî ya Elqaîdeyê Osama Bin Ladin dîtiye û bo damezrandina rêxistina Ensar El-Îslam ku rêxistineke tundrew e û di kuştina hezaran kesên sivîl de dest heye, rênimayî ji Bin Ladin wergirtine.”
Dîndar Zêbarî ragihandiye, ku roja 17ê Adar a sala 2011an Dadgeha Tawanan a Dihokê biryara 5 sal girtîgehê ji Welîs Yûnis re birrî, lê belê wî ji nav zîndanê ve biryar bo alîgirên xwe yên li Kerkûkê û Mûsilê şand, daku çend teqînên terorîstî li Dihokê pêk bînin.
Zêbarî dibêje: “Welîd Yûnis rola sereke hebûye di teqîna navçeya Başîkî ya ku bi otomobîleke bombekirî û di sala 2013an de pêk hat û di encamê de jî hejmarek welatiyên sivîl bûne qurbanî.”
Serokê Komîteya Nirxandin û Bersivdana Raportên Navdewletî li Hikûmeta Herêma Kurdisanê dide xuyakirin, ku roja 7ê Adar a sala 2016an Welîd Yûnis li gorî benda 4 a madeya 2 a Yasaya Terorê ya Heêrma Kurdistanê hatiye tohmetbarkirin, û berî ku dema cezayê wî yê pêwendîdar bi rêxistina Ensar El-Îslamê bi dawî bibe, malbatên qurbaniyên teqîna Başîkê gilî li dijî wî tomar kirine û dadgehê biryara dawî ya xwe di vê bareyê de dide.
Di beşeke din a vê bersivdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bo Amnesty de hatiye gotin:
“Welîd Yûnis yek ji wan terorîstan e ku gefek mezin li ser asayiş û ewlehiya Herêma Kurdistanê û herêmê jî heye. Pêwîst e dezgehên ewlehiyê berî berdana wî hemû rêkar û tedbîrên pêwîst cîbicî bikin.”
Rêxistina Amnesty di raporta xwe de veguhastina Welîs Yûnis bo zîndana Zerka li bajarê Dihokê û azadnekirina wî piştî derbasbûna salek û 4 mehan bi ser dema cezaya wî ya berê bi karekeî neyasayî û binpêkirina mafên mirovan wesif kiriye.
Li gorî wê rêxistinê, Welîs Yûnis ku bi Ebû Xubeybe tê naskirin, heyamek li Afxanistanê akincî bûye û demekê jî li Îranê bûye. Sala 2000 hatiye girtin û di sala 2010an de hatiye dadgahîkirin û cezayê 5 sal girtîgehê jê re hatiye birrîn, bêyî ku ew 10 salên ku hatiye girtin jê re bê hejmarkirin.
Rudaw
