REWŞA DAWÎ - AK Partî kêm dike / HDP zêde dike
Li gor lêkolîna AKAMê, dengên Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) 5 xal ji encama hilbijartinên 2014ê ya şaredariyan daketine û bûne 40.62. Rêjeya dengên, Partiya Komarger a Gelan (CHP) 1.3 xal bilind bûne û gehiştine 32.34ê.
Li gor heman rapirsiyê herî zêde dengên HDPê bilind dibin. Rêjeya dengên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 2.34ê bilind dibe sedî 11.56an.
Di dema anketê de ji beşdaran ev pirs hatiye kirin; “Îro hilbijartin çêbibin, hûn dê dengên xwe bidin kîjan partiyê?” Li gor encamên ku kesên bê biryar û deng bikar neanîne jî, ji bo şaredariya bajarên mezin dengên AK Partî ku di hilbijartinên 2014ê de ji sedî 45.54 bû, 5 xal dikevin û dibin ji sedî 40.62.
Rêjeya dengên CHPê jî ji sedî 31.04 bilind dibe û digehe ji sedî 32.34ê.
Li gor rapirsiyê dengên partiya nijadperest MHPê jî dikevin. MHP di hilbijartinên 2014ê de ji sedî 13.65ê dengan wergirtibû lê ev rêje dikeve ji sedî 11.72ê.
Dengên HDPê zêde dibin
Tevgera siyasî ya Kurd him bi HDPê û him jî bi BDPê beşdarê hilbijartinên sala 2014ê ya şaredariyan bibû. Rêjeya dengên HDPê weke ji sedî 5.43 dihate dîtin. Lê li gor lêkolînê, ji bo hilbijartina şaredariyên bajarên mezin, dengê HDPê dibin ji sedî 11,56.
Di çarçoveya lêkolînê de derdikeve holê ku hilbijêr herî zêde serokşaredarên jin serkeftî dibînin.
Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê ya ji AK Partiyê Fatma Şahîn ji sedî 75.2 û Seroka Şaredariya Aydinê ya ji CHPê Ozlem Çerçioglu jî ji sedî 75ê dengan weke serokşaredara serkeftî tê dîtin.
Rudaw
