Nivîskarekî Ereb: Barzanî gulleyekî jehrî li dilê Sykes-Picot da
Sernivîskarê rojnameya El-Heyatê Xesann Şerbil, di gotara xwe de ragehandiye, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nîgeraniyên welatên derdora xwe yên derbarê pêngavên xwe de baş xwandiye û ji ber vê jî pir bi agahdarî ve pêngavên xwe davêje.
Xesan Şerbil behsa bûyerekî çend sal berî naha dike û radigehîne, serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad red kir, ku wek serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Barzanî bike, lê piştî şerê navxwe yê Sûriyê ku di meha adara 2011ê de destpêkir, razî bû wek serokê Herêm pêşwazî lê bike û vexwande Sûriyê, lê Barzanî got; êdî dema wê derbas bû.
Herwaha ew nivîskar û rojnamevanê Ereb dibêje dema ku sala 2005ê Mesûd Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê hate helbijartin wî serdana Barzanî kiriye û her wê demê jî, ji xwe re gotiye kurê Mela Mistefa Barzanî gulleyekî jehrî li bedena Sykes-Picot bide.
Xesan Şerbil amaje bi vê yekê jî kir, kurdên Kurdistana başûr çareseriya dîrokî bi hilweşandina Seddam ve da destpê kirin û kurdên Kurdistana rojava jî çareseriyekî dîrokî li şerê Sûriyê bidest dixin, bi vê jî rojava gulleya dûyem li nexşeya rêkeftina Sykes-Picot dide.
Şerbil di gotara xwe ya 04.07.2016ê de hişyariyê dide berpirsên Kurdistana rojava û radigehîne; serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bi xwe hesiyaye ku damezrînerê Tirkiyê Mistefa Kemal Ataturk jî ne rekaberê wî ye, ji ber ku tenê rêberê PKKê Ebdula Ocalan û xwandevanên wî rikaberên wî ne.
Xesan Şerbil dibêje rêya serxwebûna Kurdistanê û cûdabûna Kurdistana başûr li Iraqê û xeniqandina xewnên kurdan pir zihmete, ji ber ku Amerîka ne amadeye li dijî xewnên kurdan rawesta û Erdogan jî hêza xwe vê derbarê de kêm e.
Basnews
