De Mîstûra: Ezê kuştina Bahoz Erdal lêkolîn bikim
Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Steffan De Mistûra li ser îdiayên kuştina fermandarê PKKê Bahoz Erdan wiha got: "Ti agehdariya min li ser vê mijarê nîne. Cara yekeme vê yekê dibihîsim. Ji ber we ev yek ji min re got, spasiya we dikim. Bi vî awayî ezê vê mijarê lêkolîn bikim."
Berî çend rojan ajansa nûçeya ya anadolû ya Tirkiyê di nûçeyeke xwe de diyar kir ku yek ji berpirsên PKKê Dr. Bahoz Erdal li Til Hemîsê hatiye kuştin.
Hêzên Parastina Gel (HPG) piştî belav bûna vê nûçeyê ew îdia derew derxistibû û gotibû ku, Bahoz Erdal li Kurdistanê ye û li ser karê xwe ye.
K24
