• Sunday, 22 February 2026
logo

Necîba Necîb: Îro hemû alîyên Kurd vedgerin Bexda

Necîba Necîb: Îro hemû alîyên Kurd vedgerin Bexda
Biryare îro hemû alîyên Kurdî vegerin Bexda û tevlî rûniştinên civata nûneran bibin, perlemantarek jî dibêje: çaverêye şandeka herêmê serdana Bexda bike û babetên dalekandî yek alî bibin.

Necîba Necîb, perlemantara kurd li civata nûnerên Îraqê bo War got: her çende Kurd û Îraqê çi peywendî bi hev nemaye, lê îro hemû alîyên Kurdî dê vegerin Bexda û çaverêyê serdana şandeka herêmê bikin, daku çarenivîsê şeraketê û qerên navdewletî û mafên darayî yên herêmê û pareyên cotyaran, yek alî bikin.

Got jî: sibê civata nûneran dê kombe û ew çaverê dikin, perlemantarên mangirtî jî pişikdarî rûniştinan bibin û perleman dest bikar bibe û li destpêkê jî, behsa valahîya emnahî û teqînên heftîya borî yên Bexda bê kirin.

War.tv
Top