• Sunday, 22 February 2026
logo

Wezîrê Berevanî yê Kanadayê tê Hewlêrê

Wezîrê Berevanî yê Kanadayê tê Hewlêrê
Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku dê Wezîrê Berevanî yê Kanadayê Harjit Sajjan îro serdana Hewlêrê bike.

Cebar Yawer ji Rûdawê re ragihand ku dê Harjit Sajjan li Hewlêrê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û fermandarên Hêzên Pêşmerge bicive.

Yawer amaje bi wê yekê kir ku di vê serdanê de dê Wezîrê Berevanî yê Kanadayê bernemeyekê nû yê hemahengiya li gel Hêzên Pêşmerge jî pêşkeş bike.

Hêjayê gotinê ye ku Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Ashton Carter îro bi serdanek çeverênekirî gehişte Bexdayê.

Ev serdan 2 rojan piştî civîna NATO ya li Polonyayê tên ku di wê civînê de welatên NATOyê biryara bilindkirina tekoşîna li dijî DAIŞê dabûn.

Wezîrê Berevanî yê Kanadayê Harjit Sajjan di 20ê Kanûna 2015ê de jî serdana Hewlêrê kiribû.

Rudaw
Top