• Sunday, 22 February 2026
logo

Tirkiye raziye ku Esad bimîne!

Tirkiye raziye ku Esad bimîne!
Çend berpirs li Wezareta Derve ya Tirkiyê ji rojnameya El-Şerq El-Ewsed re eşkere kirin ku piştî asankirina pêwendiyên Tirkiyê û Rûsyayê, êdî Tirkiyê razî dibe ku Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed bo şeş mehan di qonaxa veguhêz de bimîne.

Çavdêrên siyasî jî dibêjin ku, sedema guhertina siyaseta Derve ya Tirkiyê derbarê Sûriyê li gefên kurdan û zirarên ku, giheştine berjewendiyên wî welatî di dema 5 salên kirîza Sûriyê de vegerandin.

Herwiha li gor heman jêderan Tirkiyê ji piştevaniya Rûsya û Amerîka bo PYDê û YPGê dilgiran e, lê mayîna Esed bo şeş mehên din wê rê li pêşiya damezrandina herêmeke kurdî bigre.

basnews
Top