• Wednesday, 24 June 2026
logo

‘Îran û Tirkiye dixwazin Herêma Kurdistanê perçe bibe!’

‘Îran û Tirkiye dixwazin Herêma Kurdistanê perçe bibe!’
Parlamenterê YNKê Salar Mehmûd diyar kir ku Tirkiye û Îran rêzê ji serweriya Herêma Kurdistanê re nagrin û dixwazin perçe bibe.

Parlamenterê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Kurdistanê Salar Mehmûd beşdarê bernameya “Rûdawa Îro” ya televîzyona Rûdawê bû. Mehmûd derbarê sedemên bomberanakirina sînorên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îran û Tirkiyê ve şirove kir û got:

“Bêguman welatên navçeyê hê jî rêzê li îrade û serxwebûna Herêma Kurdistanê nagrin. Topbarana Îranê û bombebaran balafirên Tirkiyê, rêznegirtine li yasayên navdewletî û herwiha bê rêziye li hember hiqûqa cîrantiyê.”

Mehmûd îdîa kir ku Tirkiye û Îran du hêzên mezin in û dixwazin Herêma Kurdistanê perçe bibe lê nabe siyaset û ragihandina Kurdan jî bikeve bin bandora vê hewlê û divê li hember vê jî yekgirtî bin.

Parlamenterê Tevgera Goran li Parlamentoya Kurdistanê Rabûn Merûf jî beşdarê heman bernameyê bû û got ku sedema yekem a binpêkirina serweriya axa Kurdistanê, li perçeyên din çaresernekirina pirsgirêka Kurd e.

Merûf herwiha diyar kir ku jib o çareseriya pirsgirêka Kurd li parçeyên din, Herêma Kurdistanê jî rola xwe bicîh neaniye.

Rabûn Merûf wiha got:

“Heta Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nava xwe de bihêz nebe, nikare li hember welatên derdorê jî bihêz be.”

Rudaw
Top