Rêya girtigehê ji parlamenterên HDPê re vekirin
Bi vî awayî neçûna referandumê misoger bû û rê li ber destgîrkirin û darizandina parlamentarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) vebû.
Xala duyem bi 374 erê, 136 na, 11 vala, 4 bêbiryar û 1 dengê betal hate pesendkirin.
Yekem xala pêşnûmayê bi 373 dengan hatibû qebûlkirin.
Ji bo xala yekem 373 erê, 138 na, 3 betal, 7 deng jî bêbiryar derktin.
17ê Adarê, li parlamentoya Tirkiyê li ser pêşnûmeya rakirina parêzbendiyan dengdayîn pêk hatibû û benda yekem a vê pêşnûmeyê bi 350 dengan û ya duyem jî bi 357 dengan hatibûn pejirandin.
AK Partî û MHPê dixwest pêşnûme bê pejirandin, lê HDP li hember derdiket. Herwiha CHPê jî di vê mijarê de bibû du beş û aliyek li dijî derdiket û aliyekê jî qebûl dixwest.
Rudaw
