• Saturday, 21 February 2026
logo

Xwekujekî DAIŞ xwe li nav Dîlokê teqand!

Xwekujekî DAIŞ xwe li nav Dîlokê teqand!
Li bajarê Dîlokê (Entab) di dema operasyona hêzên polîs ên Tirkiyê li dijî şaneyên nihênî yê DAIŞê de, endamekî DAIŞê bombeya bi xwe ve teqand.

Îşev li taxa Çaglayan a bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê operasyonek li dijî şandeyên nihênî yên rêxistina DAIŞê pêk anîn.

Hêzên Polîs ê n Tirkiyê di vê operasyonên de bi ser malekê de girtin, ku endamekî DAIŞê xwe têde veşartibû, ku bombeyek bi xwe ve girêdabû.

Piştre endamê xwekuj ê DAIŞê bombeya bi xwe ve teqand. Li heman melê kesek jî bi saxî ji aliyê hêzên polîs ve hat girtin.

Di encama vê teqîna xwekujiyê, de endamê DAIŞê yê xwekuj hat kuştin û ti zirar negihîşt hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê.

Piştî çêbûna teqînê, hejmareke zêde ya hêzên polîs û tîmênên tendirustî û hawarçûnê gihîştin cihê bûyerê.

Rudaw
Top