• Saturday, 21 February 2026
logo

Serokwezîrê Tirkiyê yê nû kî ye?

Serokwezîrê Tirkiyê yê nû kî ye?
Duh 19 Gulanê, Partiya Dad û Geşpêdan (AKP) bi fermî Bienali Yıldırım wek Serokwezîrê Tirkiyê herwiha wek Serokê AKPê destnîşan kir.

Bienali Yıldırım kesayetiyek gelekî ji Serokomarê Tirkiyê Erdogan ve nêzîke, ji zaroktîve hevalbûn û bi hevre ketine nav siyasetê.

Hatina Bienali Yıldırım bo vî postî dihate pêşbînî kirin, jiber dema ku Erdogan dest ji posta Serokwezîr berda û bû Serokomar û Ahmet Davutoğlu bû Serokwezîr, bo maweyê çend mehan Yildirim nehate ber TV û ji Erdogan nîgeran bû, niha jî Erdogan ew razî kir.

Li gorî çavdêrên siyasî Yildirim kesekî ti cudabûna wî ligel Erdogan nîne, tiştê ku Erdogan ji wî bixwaze wê bike, herwiha kesekî zor îşkire.

Têpêşbînî kirin ku di dema ku Yilidirm Serokwezîr be dê rewşa Tirkiyê ya aborî pêşbkeve û AKPê jî dê dengên xwe zêde bike, jiber berê dema AKPê digotin em dibêjin û ew jî pêktînin mebesta wan Bienali Yıldırım bû.

Bienali Yıldırım li Tikriyê bi kesê hez li nukte û suhbet ligel hevalên xwe tê nasîn, herwiha tê pêşbînî kirin ku Bienali Yıldırım wek Erdogan û Ahmet Davutoğlu bi hişkî lge opozisyonê qise meke jiber şêweyê wî ji wan cuda ye.

Bienali Yıldırım kî ye?
-Bienali Yıldırım di sala 1955 de li Erizncan ji dayik bûye. Di hikûmetên 58, 59, 60 de wezîrê gehandin û guhestinê bû, herwiha di vê hikûmeta AKPê de jî heman post wergitibû.
-Kesekî gelekî ji Erdogan nêzîke û li ser basikê wî di nav AKPê de tê nasîn.
-Yekbû ji kesayetiyên ku AKPê damezirandin û endamê serkirdayetiya wê partiyê bû.

Basnews
Top