• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî: Dem dema serbixweyiya Kurdistanê ye

Serok Barzanî: Dem dema serbixweyiya Kurdistanê ye
Serokê Kurdistanê dibêje niha dem dema serboxweyiya Kurdistanê ye.

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di hevpeyvînekî de li gel malpera The Natinal a Amerîkî de behsa vê yekê kiriye ku niha peymana Sykes Picot weke şaştiya sedsala berê tê nasîn û ew sînorên ku di çarçoveya vê peymana han de hatibûn kêşan di warê piratîkî de hatine hilweşandin û ew yek rastiye û lazime her kes vê rastiya han qebûl bike.

Serok Barzanî di berdewamiya hevpevyîna han de eşkere kiriye ku kes nikare û nabe ti çareseriyek ji derveya vîna xelkê li ser xelk were ferizkirin û lazime xelk bo xwe biryar li ser çarenivîsa xwe bide ka gelo dixwaze li gel Îraqê de be anjî ji Îraqê cuda bibe û lazime her cure guhertinek jî bi rêya refrandomê be.

Serok Barzanî herwiha gotiye ku her çiqas zextên bo hêştina xelkê bi hevre zêdetir bin lêbelê di dawî de vê rastî şikestê bin û tekez li ser vê yekê kiriye ku niha dem dema serbixweyiya Kurdistanê ye û bi rêya diyalog û rêbazên aştiyane emê hewl bo bidest xistina vê mafa han ya reva didin.
Top