• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Usame Nuceyfî kir

Serok Barzanî pêşwaziya Usame Nuceyfî kir
Roja pênçşem 19.05.2016 li Selahedîn, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Usame Nuceyfî Serokê Îtîlafa Mutehîdun ya Çaksaziyê kir.

Li hevdîtinê de astengiyên li ber proseya siyasiya Iraq û pêşhatên emnî û rewşa bereyên rûbirûbûna li gel terorîstan hate guftûgo kirin. Her wiha çawayiya rûbirûbûna terorîstan û azadkirina navçeyên bin desthilata Da'îş xistin ber behs guftûgoyan.

Nirxandina rewşa navçeyê bi giştî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Top