• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Adil Abdulmehdî kir

Serok Barzanî pêşwaziya Adil Abdulmehdî kir
Roja çarşem 18.05.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Adil Abdulmehdî siyasetmedar û serkirdeyê Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û qeyran û rûdanên siyasiyên vê dawiya ya Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û behsa çareseriyên ji bo yek alîkirina kêşeyan kirin. Her dû alî tekez li ser diyalog û hevdû têgihiştina di navbera aliyan ya ji bo çareseriya giriftan kirin.

Li beşekî dinê civînê de tîşk xistin li ser rewşa emnî û şerê terorîstên Da'îş û serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqiyan.

Top