• Saturday, 21 February 2026
logo

Çend gundên sînorê Herêma Kurdistanê hatin çol kirin

Çend gundên sînorê Herêma Kurdistanê hatin çol kirin
Firokeyên şer ên Tirkiyê bi sedema hebûna baregehên Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) navçeyên sînorî li Sîdekan bordûman kirin û ji tirsa ku jiyana xwe ji dest bidin, xelkên çend gundan malên xwe bi cîhiştine.

Êvara îro 18 gulanê, firokeyên şer ên Tikriyê bi sedema hebûna baregehên PKKê navçeyên Geliyê Şêx Zadan, Geliyê Lêtan, Bêrkime û Dolî Zerzêyan li sînorê bajarokê Sîdekan bordûman kirin.”

Birêveberê Şaredeariya Sîdekab Karwan Kerîmxan ji BasNews re ragehand: “Ji tirsa bordûmana firokeyên şer ên Tirkiyê xelkên çend gundên ser bi şarederiya Sîdekan nevçeyên xwe çol kirin.”

Navborî amaje bi wê yekê kir ku. Xelkên gundên Alekan, Xelîfan û Goreşîn û çend gundên din malên xwe bicîhiştine û berê xwe dane bajarokê Sîdekan û hin gund û deverên aram.

Basnews
Top