• Saturday, 21 February 2026
logo

Wê girêka çareseriyê çawa vebe?

Gulan Media April 26, 2016 Nûçe
Wê girêka çareseriyê çawa vebe?
Di kulîsên siyasta Enqerê de amaje li ser wê yekê heye ku hewldana destpêkirina Proseya Çareseriyê bihêz bûye û herçend li dijî wê heldan axaftin hebin danûstendin birêve diçin. Demeke dirêje ji bo Proseyê Çareseriyê dihat gotin ku ‘hatiye cemidandin, haiye sekinandin’ lê bereksî van daxuyaniyên amaje li ser wê yekê heye ku ji bo ku Prose dîsa destpê bike hin hewldan hene.

Herwiha gurbûna şer û pevçûnên dawî û dîmenên Sûriyê nîşan dide û geşedanên li Tirkiyê tesîrên nebaş li ser Mûsil û Rojavayê jî dikin û Amerîka û Ewropa êdî dixwazin ev yek bi dawî bibe û alî dîsa li hev rûnên û dest bi diyalogê bikin.

Piştî daxuyaniyên rayedarên Amerîkayê raporên YE’yê yên li PKK’ê û Enqerê û banga diyalogê berê hemû kesî de aliyê navbeynkar. Herwiha tê zanîn ku Mac Gurk Nûnerê Serokê Amerîkayê Obama beriya bi hefteyekê serdana Hewlêrê kiribû û bi Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya bû. Herwiha tê îddîakirin ku nûnerê Obama ji Mesûd Barzanî rica kiribû ku di navbera Tirkiyê û PKK’ê de navbeynkariyê bike û PKK’ê ji bo rawestandina şer qani bike. Li aliyê din jî PKK jî dawaza wê yekê dike ku Amerîkayê navbeynkariya wan bike. Ev yek ji daxuyaniyên rayedarên KCK’ê jî eşkere dibe. Li aliyê din çavkaniyên li Hewlêrê eşkere dikin ku Qendîl astengiyê durist dike ku razî nîne û ji îtîbara Barzanî nerazî ne.Ligel vê yekê dijayetiya Îranê ya li hember RHK’ê jî rêgiriyê li ser vê yekê dike.

Di hefteya ku pevçûna li Geverê destpê kiribû, Banga Serokwezîrê Tirkiyê Davutoğlu bila PKK vegere ser mercên 2013’an ku yekem car li Amedê bilêv kiribû ji aliyê Serokkomar ve hatibû redkirin û rikberiyekê rûdabû. Hat zanîn ku prose piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê dirûvek din wergirtiye û derket holê ku li ser daxwaza hikûmet û HDP’ê ya ku bila Mesûd Barzanî bikeve dewrê ji nû ve tê birêvebirin. Tê gotin ku ev hemû di encama zextên Amerîkayê yên ser PKK’ê û Enqerê de derketiye holê û di rojên pêş de her tişt wê bicih bibe.

Tê gotin ku di serdana Serokwezîrê Tirkiyê Neçîrvan Barzanî ya ji bo Tirkiyê de proseyê rengekî din wergirtiye û hem AKP û hem jî HDP dixwaze Barzanî di vê proseya nû de roleke giring bilîze. Herwiha tê gotin ku ev hemû rûdan ji ber fişara Amerîkayê ya li ser PKK’ê û Tirkiyê pêkhatine û Amerîkayê ji herdu aliyan daxwaza wê yekê dike ku dîsa dest bi diyalogê bikin.

Rojnamegerên li Enqerê û li Hewlêrê tekezî li ser van danûstendinan kiribe jî ev yek li Tirkiyê nayê axaftin. Herwiha tê îddîakirin ku parlementerên HDP’ê nûnerên hikûmetê jî bêyî ku vê meseleyê derxin ji derve id navbera xwe de diaxivin. Li aliyê din jî tê gotin ku Hewlêr jî, ji bo navbeynkariya aliyan amadeye û eger herdû alî qebûlbikin ew ê navberynkariyê di navbera wan de bike.
Li aliyê din jî tê zanîn ku proseya piştî vekîşîna şervanên PKK’ê jî Hewlêrê nîgeran dike. Weke ku tê zanîn şervanên PKK’ê niha li Şengalê arîşeyan ji Herêma Kurdistanê re derdixin û li Rojava jî li dijî Barzanî din ava propagandayê dene. Çavdêrên siyasî tekeziyê li ser wê yekê jî dikin ku PKK nêzîkî Goranê jî bûye û mimkune li dijî Herêma Kurdistanê jî raweste.

Navbeynkariya Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî bûye cihê meraqê û nîqaş li ser wê yekê hene ku ew ê bê ew ê çawa bir ola xwe re rabe. Akademisyen siyasetmedar li ser meseleyê ji BasNûçe’yê re axivîn.

Ahmet Türk: Divê Serok Barzanî bikeve dewrê

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê Ahmet Türk li Mêrdînê beşdarî merasîmekê bû di gotara xwe ya di vê merasîmê de daxwaz kir ku pevçûn rawest in û Serokê Herêma Kurdistanê bikeve dewrê. Türk di axaftina xwe de got, “hêvî dikim ku ji bo sekinandina şer û ragihandina agirbestê hewldanek hebe. Kî vê xebatê bike ev pîroz e.” Türk di berdewamiya axatina xwe de amaje bi wê yekê kir ku Barzanî rêberê kurdan e û divê rola bilîz e û wiha dewam kir: “Kurd bi hev ve girêdayîne. Li vir serê kurdekê biêşe, dixwaze kurdê aliyê din lê xwedî derkeve. Daxwazeke gel jî ya bi vî awayî heye. Divê em hemû vê yekê bibîn in. Eger îro kurdê bkûr bê bêdengkirin, sibê heman tişt wê li kurdê Başûr jî û yê Rojava jî bê kirin. Ji ber wê yekê divê di navbera kurdan de diyalog û gotûbêj her roj pêşve bikeve. Divê em hevdû guhdar bikin û guh bidin fikr û ramanên hevdû. Alîkariya hevdû bikin. Eger em bibin alîkar em ê pêşiya demokrasiyê vî vekin. Ez di vê baweriyê de me.”

Muna Kahveci: Barzanî wê serdana Tirkiyê bike

Cîgirê Partiya Çaksazî û Geşepêdanê ya Tirkmen û parlamenterê Herêma Kurdistanê Muna Kahveci eşkere dike ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di demek nêz de wê serdana Tirkiyê bike û daxwaza ji nûve destpêkirina proseya aştiyê bike. Muna Kahveci radigihîne ku rêveberiya Amerîkayê jî piştgiriyê didin serdana Barzanî ya Tirkiyê û wiha dibêje: “Amerîka vegera ser maseya muzekereyan û çareserkirina arîşeya kurd li Tirkiyê weke pêngavek girîng pênase dike.”

İmam Taşçıer: Divê alî vegerin proseyê

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê İmam Taşçıer di derbarê vegera proseya aştiyê radigihîne ku di vê mijarê d tiştek nehatiye guhê wan û wiha dewam dike: “Lê belê ev rast e ku pêvajoya şer heta dawiyê wisa dewam nake û divê proseya aştiyê demildest destpê bike. Mesûd Barzanî dikare di vir de rolekê bilîz e. Di Rojhilata Navîn de giranî û girîngiyeke siyasî ya Mesûd Barzanî heye. Eger Barzanî di vî warê vegera ser maseya muzakereyan de rolekê bilîz ewê serbikeve. Beriya niha jî rûdanên bi vî awayî çêbûbûn. Ji bo dawîbûna pevçûnên li Tirkiyê û dayîna mafên kurdan de Mesûd Barzanî gavên avêtin e. Dibe ku serdana Nêçîrvan Barzanî di çareserkirina arîşeyê û vegera proseyê be, lê di vî warî de zanyariyk min çênebû. Ji xwe eger ji bo destpêkirina proseya aştiyê gav bê avêtin PKK jî û dewlet jî li dij vê dernakeve.
Taşçıer her wiha radigihîne ku divê dewlet jî di vî warî de nermbûnekê nîşn bide û wiha dawî li gotinên xwe tîne: “Ez bi bawer im ku aliyê din jî wê gav bavêje. Daxuyaniyeke PKK’ê ya li ser vekişandina gerîlayên xwe ji nava bajaran çêbû. Ev daxuyaniyek erênî ye. Ji ber vî şerî gelek mirov mexdûr bûn. Dibe ev gav ji bo Proseya Aştiyê be.”

Dengir Mir Mehmet Fırat: Washington di çareseriyê de bi rijd e

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Dengir Mir Mehmet Fırat rewşa şer ya li bajarên kurdan bibîr dixe û dibêje: “Rewşa şerekî iran heye. Ev hemû Mesûd Barzanî ji nêz ve eleqedar dikin. Ji bo ciwan, zarok û sivîlên ku tên kuştin dilê xwîn digir e. Îhtîmaleke mezin e ku di çarçoveya çareserkirina vê arîşeyê de Nêçîrvan Barzanî şandibe. Lê ez wisa difikirin ku naveroka ew proseya ku jê re dibêjin pêvajoya aştiyê vala ye. Prose jî di navbera aliyên ku şer dikin de pêk tên. Daxwazkirina birêz Brzanî ji bo navbeynkariyê di navbera kurdan de encama şer wê derbixîne holê. Bangên Washingtonê yên ji bo destpêkirina proseyê û dawîanîna pevçûnan ji destpêkê û vir ve dewam dikin. Dixwaze di vê mijarê de navbeynkariyê bike.”

Mehmet Metiner: Divê Barzanî Qendîlê qanih bike

Parlamenterê AKP’ê Mehmet Metiner dibêje, siyaseta ku PKK birêve dibe, encam nade û wiha diaxive: “Derket holê ku bi vî tarzî encam nayê bidestxistin. Hat dîtin ku Öcalan bixwaze jî Qendîl çekan nadêyne û lewre dibe ku hin pêşniyarên birêz Barzanî çêbûbûn. Hikûmeta Tirkiyê hînî van daxuyaniyan bûye. Ji ber ku nêrînên Barzanî girîng in. PKK û DAIŞ ne tenê ji bo Tirkiyê, ji bo Başûrê Kurdistanê jî talûke ne. Heta ji Tirkiyê zêdetir ji bo Barzaniyan gefek mezin e. Em di wê baweriyê de ne proseyek aştiyê ku PKK siyaseta xwe negûherîne û bi terzê berê bimeşe wê bêhnê bide PKK’ê. Pêngavek taktîkî ya PKK a bi vî awayî heye. Dixwazin di ser Amerîkayê re proseyek aştiyê bidin destpêkirin. Ez di wê baweriyê de me ku birêz Barzanî di haya armancên wan welatên ku li pişt PKK’ê de ne ye. Ji bilî çekan rêyê din jî hene. Divê Barzanî rayedarên PKK’ê yên li Qendîlê qanî bike û çekan bide berdan. Tu asteng li pêşiya berdana çekan tune ne û divê bi yek alî çek bên binax kirin.Eger çek bên berdan divê dîsa vergin ser maseyê û merc bên gotûbêjkirin.”

Ayhan Bilgen: Divê pêşiya hemû hewldanan bê vekirin

Parlamenterê HDP’ê yê Qersê Ayhan Bilgen diyar dike ku pirsgirêka kurd bi konsepta şer çareser nabe û axaftina xwe wiha didomîn e: “Helbet ji bo ku di navbera kurdan de hiqûq bi awayekî rêk û pêk bimeşe û arîşeyên di navbera dewlet û gelan de çareser bibin, divê rêya diyalogê bê vekirin. Bi taybet eger Tirkiye di pêwendiyên xwe yên herêmî de berovajî pevçûnên bi kurdan re, rêya ku di navbera kurdan de diyalogê bihêztir dike hilbijêr e, pêngavek erênî ji bo aştî, pêwendiyên baş, xurtbûna bazirganiyê û demokratrîkbûnê bîne. Em niaznin ka hewldanek Tirkiyê ya di derbarê Proseya Aştiyê de heye an. Em hemû hewldanên ku rêya çareseriyê vedikin, girîng û hêja dibînin.”

RahmanKurt: Divê ew sozên ku 2013’an hatine dayîn, bên girtin

Parlamenterê AKP’ê yê Amedê Abdurrahman Kurt eşkere dike ku wan ji Nêçîrvan Barzanî pirsî, ka nêrîna we ya di vê mijarê de çi ye? û wiha dewam dike: “Wî jî got ‘baweriya min bi wan nema.’ Ji ber wê yekê mirov bibe kefîl, di heman demê ev dibe soz. Proseya aşiyê ku PKK çekan deyne, ne pêkan e ku PKK vegere wê rewşê. Tekane rê ew e ku sozên ku 2013’an hatibûn dayîn, bînin cih û hêzên çekdar vekişin derveyî welat. Bi derketina hêzên çekdar bo derveyî welat, tu wateya operasyonên leşkerî namîne.”

Ayhan Geveri: Barzanî li herdû aliyan jî xwedan temsîlyet e

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî destnîşan dike ku ji aliyê hikûmetê ve li ser proseya aştiyê tu bang li Rêveberiya Herêma Kurdistanê nehatine kirin. Geverî dibêje ku helbet hebûna niyetek wisa biwate ye û wiha dirêjiyê dide axaftina xwe: “Pêngeveke gelek aqilane ye. Me jî beriya niha daxwaza formulekî bi vî awayî kiribû. Birêz Barzanî li herdû aliyan jî xwedan temsîlyet e. Ez bi bawerim ku hewldanên navbeynkariyê wê encam bidin. Hewldanên HDP’ê jî yên bi vî rngî hene. Di serdana Nêçîrvan Barzanî û hin hevdîtinên din ku em nizanin de ev daxwaz yên hatine rojevê. Ez dibêjim ku hikûmeta Başûr û birêz Barzanî wê vê miyona navbeynkariyê birêve bibin. Başûrê Kurdistanê parçeyekî vê pirsgirêkê ye. Di vir pêkanîna navbeynkariyê, dibe ku çareseriyê bi xwe re bîne. Cîranekî Tirkiyê ye ku pêwendiyên wê yên bazirganî pê re hene ye û di heman demê de ji ber Başûrê Kurdistanê pevçûnên bi vî awayî beriya niha jiya ye, di vî warî de xwedan serpêhatî ye. Ji ber wê yekê bangeke wan ya li Tirkiyê ji bo destpêkirina Proseya Aştiyê wê bibandor û serkeftî be. Bandoreke girîng û erênî ya birêz Barzanî li ser Proseya Aştiyê heye. Her wiha Öcalan jî û Qendîlê jî daxuyaniyên ku van nêzîkatiyan erênî dibîn in, çêbûn. HDP’ê jî di heyama proseyê de gelek caran serdana Hewlêrê kir û diyalog hat avakirin.”

Emin Pencwini: Barzanî wê di proseyê de rol bilîze

Siyasetmedarê kurd Mehmed Emin Pencwini diyar dike ku ew salan bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokkomarê Iraqê yê berê Celal Talabanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re di nava pêwendiyan de bû û ji bo ku arîşeya kurd ya li Tirkiyê bi rêyên diyalogê çareser bibe hewl dane ku PKK û AKP’ê bînin ba hevdû. Pencwini radigihîne ku nûnerên Herêma Kurdistanê ji bilî hevdîtinên Osloyê, di heyama piştî peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Öcalan ya Newroz 2013’an a Amedê destpê kir de rolek girîng lîst in. Pencwini her wiha amaje bi wê yekê dike ku serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê ku li Stenbolê ligel Recep Tayyip Erdoğan û Ahmet Davutoğlu civiya, girîng e û dibêje k udi vê serdanê de pirsgirêka kurd hatiye niqaşkirin. Pencwini gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Rayedarên Herêma Kurdistanê ji PKK û dewletê re her tim dibêje ku pirsgirêkê bi rêyên diyalogê çareser bikin. Mam Celal, Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ev bi dehan caran ji rayedarên dewleta Tirkiyê re got in. Hêvî dikim k udi demek nêz de vegerin ser maseyê. Herî kêm vegerin ser Mutabkata Dolmabahçeyê.”

Ümit Fırat: Barzanî ji aliyê kurdên Tirkiyê ve kesayetekî pê bawer e

Nivîskar Ümit Fırat got ku naxwaze têgiha Proseya Aştiyê bikar bîne û dibêje ku vegûheriye proseyek din û divê Tirkiye polîtîkayeke nû ji xwe re destnîşan bike. Fırat diyar dike ku şert e ku meseleya kurd ji aliyekî din ve ê ser maseyê û radigihîne ku nêzîkahiyeke Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li hember vê meselê heye. Fırat dide xuyakirin ku di navbera PKK û dewleta Tirkiyê de pêwendiyek jidil pêk nayê û di vir de Mesûd Barzanî dixwaze di çareserkirina arîşeyê de rolekê bigire û axaftina xwe wiha didomîne: “ Mesûd Barzanî dizane ku ev mesele wiha birêve naçe û dixwaze rolekê bilîz e. Ji bo piştgirîdayîna ji nûve girtina dest ya proseya aştiyê ji aliyê hikûmetê ve wê rolêk bê lîstin. Proseyek ku ne tenê di navbera Mesûd Barzanî û hikûmetê de, divê daxwazên kurdên Tirkiyê jî li ber çav bên girtin. Profîlek Mesûd Barzanî ya pê bawer heye li cem kurdên Tirkiyê. Ez vê nêzîkahiyê girîng dibînim.” Fırat di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hikûmetê eşkere nekiriye ka wê operasyon heya ku derê dewam bikin.

Müfit Yüksel: Eger rolek hebe, divê hewldan dewam bikin

Nivîskar Müfit Yüksel diyar dike ku li herêmê şerekî giran diqewime û dibêje di pirsgirêka kurd de meseleya muhatabiyê bê niqaşkirin. Yüksel radigihîne ku di vê proseyê de ne diyar e ka wê alî kî bin û wiha got: “Dibe di meseleyên nasname, zaminê dayîkê de gavên çaksaziyê bên avêtin. Proseyek aştiyê hat jiyîn û di dawiyê de li bajaran vegûherî pevçûnan. Ecêbiyek ewk xwerêvebirinê çêbû. Divê ji ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gav bên avêtin. Di avêtina van gavan de kî rolekê bigire, divê bê pîroz kirin. Lê eger çek bêdeng nebin, tu wateya çareseriyê namîne. Ji ber wê yekê eger di vê mijarê de roleke Mesûd Barzanî di vê meseyê de hebe divê ev hewldan dewam bikin.

Basnews
Top