Daxwaza rakirina parêzbendiya 8 parlamenterên din tê kirin
Piştî daxwaza rakirina parêzbendiya Hevserokên HDPê û 3 parlamenteran, daxwaza rakirina parêzbendiya 8 parlamenterên din jî hate kirin.
Di biryarnameyê dozgeriyê de ji Parlamentoyê tê xwestin, parêzbendiya Faysal Sarîyildiz, Ferhat Encu, Aycan Îrmez, Çaxlar Demîrel, Îmam Taşçîer, Feleknaz Ûca, Adem Geverî û Gulseren Yildirim bê rakirin.
Tê destnîşankirin, parlamenteran di gotar û axaftinên xwe de propagandeya rêxistina terorê kirine û ji ber van sedeman, derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin.
Berî niha jî daxwaza rakirina parêzbendiya hevserokên HDPê û 3ê kesên din hatibû kirin.
K24
