• Saturday, 21 February 2026
logo

Amerîka dixwaze mûçeyê Pêşmerge dabîn bike

Gulan Media March 16, 2016 Nûçe
Amerîka dixwaze mûçeyê Pêşmerge dabîn bike
Hat zanîn ku hikûmeta Amerîka dixwaze alîkariya Kurdistanê bike ji bo dabînkirina mûçeyê Pêşmerge.

Rojnameya amerîkî ya Wall Street Journal (WSJ) duh li ser zarê berpirsekî mezin ê Amerîka ragihandibû, hikûmeta Obama li ser dabînkirina pakêteke alîkariya bilez ji bo hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê gotûbêj dike, ji ber ku Amerîka pê hesiyaye ku Kurdistanê nikare mûçeyê Pêşmerge dabîn bike.

Wî rayedarê amerîkî ji WSJê re gotiye, bêşiyaniya hikûmeta Kurdistanê di dabînkirina mûçeyê Pêşmerge de şerê hevpeymaniya navdewletî li dijî DIŞIê, ku Amerîka pêşengtiya wê dike, dixe metirsiyê.

Li gorî rojnameya WSJê, hikûmeta Kurdistanê ji ber daketina nirxa petrolê û hebûna hejmarek mezin ji penaber û koçberan nikare mûçeyê Pêşmerge dabîn bike.

Di nûçeya WSJê de her wiha hatiye gotin ku Wezareta Derve ya Amerîka û rayedarên leşkerî yên wî welatî, Koşka Spî ji rewşa Başûrê Kurdistanê agahdar kirine û jê re gotine, hikûmeta Kurdistanê nikare mûçeyê Pêşmerge û xercê şerê DIŞIê bi taybet xercê operasiyona mezin a Mûsilê dabîn bike.

Rojnameya WSJê behsa wê jî kiriye ku rayedarên Kurdistanê ji bo dabînkirina mûçeyê Pêşmerge daxwaza 200 milyon dolar ji Amerîka kirine lê li gorî hesab û texmînan, pêwîstiya Kurdistanê bi 50 milyon dolarî ji bo dabînkirina mûçe û pêdiviyên Pêşmerge.

Di beşeke din a rapora WSJê de hatiye ragihandin ku wî rayedarê mezin ê Amerîka gotiye, Amerîka dixwaze 100 milyon dolar bide Kurdistanê lê divê Bexda razî be.

Li gorî wê rojnameya amerîkî, sebeba wê yekê Amerîka, Sindoqa Navdewletî ya Dirav (IMF), Banka Cîhanî û civaka navdewletî alîkariya Herêma Kurdistanê nakin, ew e ku hurmeta serweriya Iraqê digirin ji ber wê jî naxwazin bêyî rizamendiya Bexdayê, yekser alîkariya Kurdistanê bikin.
Top