• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê berê yê Komkara Erebî kir

Gulan Media March 16, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê berê yê Komkara Erebî kir
Roja sêşem 15.03.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Amir Mûsa Sekreterê berê yê Komkara Erebî û Wezîrê berê yê Derveyê Misir kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û aboriya navçeyê û her wiha qeyranên kûr yên welatên Rojhilata Navîn û Rojavayê Asya û Bakûrê Afrîqa danustandina bîr û ramanan kirin.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de behsa tayîfegerî û hereşeyên teror û hizra tundreyiya li ser jiyana siyasî û aboriya welatan û jêrxana hizrî û civakî û aboriya navçeyê kirin.

Guftûgo di derbarê pêşhatên siyasî û emniyên Iraq û Sûriye mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Top