• Saturday, 21 February 2026
logo

PDKê bersiva Kantonên PYDê dide

Gulan Media March 15, 2016 Nûçe
PDKê bersiva Kantonên  PYDê  dide
Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî ragehand ku, hinek ji berpirsên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dest bi şerê siyasî kirine li dijî PDKê, vajî vê yekê PDKê berdewam jibo xizmeta Rojava kar kiriye.

Piştî ku Endamê Komîteya Avakirina Kobanê Silêman Xelîldi kongireyekî rojnamevanî de ragehand ku berpirsên PDKê li dijî ava kirina Kobanê ne û ev maweyê 8 mehin ku hejmarek ji Komyon, Tirêkis û Terektor li cem xwe girtine û nahêle ku derbasî Rojava bibe.

Îro 14 Adarê Endamê Serkirdayetiya PDKê Elî Ewnî ji BasNews re ragehand: “Diyare heta niha PYDê di wê xewnê de ye ku wê ew bi siyaseta hele biserbikeve, heger em li dîrokê binerin em dê nasbikin bê kî menxwarê Rojava ye.”

Herwiha got: “PDKê di çaroveya hikûmetê de beşdare, PYDê dixwaze biryarên hikûmetê bi helwêsta PDKê bide nas kirin, çima nayê pirs kirin bê kî rêgiriyê li gihştina alîakriyan bo rojava dikin em an ew?”

Basnews
Top