• Saturday, 21 February 2026
logo

ÇARŞEM - Rojavayê Kurdistanê Federasyonê îlan dike!

Gulan Media March 15, 2016 Nûçe
ÇARŞEM - Rojavayê Kurdistanê Federasyonê îlan dike!
Rojavayê Kurdistanê xwe ji sîstema federasyonê re amade dike û bo vê mebestê di rojên borî de komîteyeke damezrêner jî hat avakirin. Li gor zanyariyan, roja çarşemiya bê dê kanton werin hilweşandin û Federasyona Bakurê Sûriyê li şûna wan were îlankirin.

Çavkaniyekî taybet ji nav Komîteya Amadekar a Kongreya Damezrêner a Sîstema Rêveberiya Pêşerojê ya Rojava û Bakûrê Sûriyê ji Rûdawê re aşkere kir, dê roja çarşemiyê 16ê Adarê li bajarokê Rimêlan a li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê konfransek were lidarxistin û di wê konfransê de biryar li ser hilweşandina kantonan bê dayîn û sê sîstema federasyonê bo Rojavayê Kurdistanê bê ragihandin.

Heman çavkaniyê behsa wê yekê kir, ku dê di konfransa li Rimêlanê de komîteyek taybet bê avakirin, daku modêla hikûmeta Federal li şûna Rêveberiyên Xweser ên Kantonan amade bike.

Li gor zanyariyan, hemû pêkhatyeên Rojavayê Kurdistanê, ji Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û pêkhateyên din di konfransê de beşdar bin.

Îro duşemiyê 14ê Adarê jî li bajarê Amûdê yê li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Komîteya Amadekar derbarê pesendkirina sîstema nû ya rêveberiyê bo Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin û wê komîteyê dest bi karên xwe kir.

Civîn li Koşka Pêşwaziyê ya bajarê Amûdê pêk hat û her 13 endamên komîteyê tê de amade bûn û li ser sîstema nû y abo Rojavayê Kurdistanê danûstandin kirin.

Di civînê de li ser mekanîzma lidarxistina konfransê û pejirandina federasyonê, vexwandina mêwan û pêkhateyan bo konfransê gotûbêj hatin kirin.

Dema zêdetirî 2 salan e ku sîstema Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ku ji 3 kantonên Cizîrê, Kobanî û Efrînê pêk tê, hatiye ragihandin. Di sala 2014ê de

Çavkaniyê Rûdawê da xuyakirin, ku di konfransa çaverêkirî de dê sîstema kantonan bo sîstema federasyonê bê guherandin û navê herêma federal jî dê Federasyona Bakurê Sûriyê be.

Roja yekşemiya vê hefteyê 12ê Adarê kordînasyona her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê li hev civiyan û daxwaz ji hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê kirin, derbarê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û sîstema federaliyê bo Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê li hev bikin.

Her di heman civînê de komîteyek 13 kesî hat pêkanîn, daku amadekariyên pêwîst bo lidarxistina konfransa damezrandina herêmek federal bo Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê bike.

Rudaw
Top