Barzanî û Davutoglu di pêwendiyeke telefonî de pêşhatên dawî nirxandin
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, êvariya duh Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê bi rêya pêwendiyeke telefonî derbarê pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehî yên li deverê û gefên terorîstî li ser deverê de gotûbêj kirin.
Mesûd Barzanî di vê pêwendiya telefonî de teqîna şeva berê a li Enqerê şermezar kir û serxweşî li hikûmet û gelê Tirkiyê û kesûkarên qurbaniyên bûyerê kir.
Li gor daxuyaniyê, di vê pêwendiyê de her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku di têkoşîna lid ijî tundrewî û rûbirûbûna terorê dê bi hev re bin..
Duh şev teqînek bihêz li meydana Kizilay a bajarê Enqerê qewimî û li gor amarên herî dawî di encama teqînê de 37 kes hatin kuştin û 127 kes jî birîndar bûn. Herwiha rewşa tendirustiya 19 kes ji birîndaran jî giran e.
Herwiha îro Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke cuda de teqîna Enqerê şermezar kiribû.
Rudaw
